Li Licê, Hezro û Karazê operasyona leşkerî
- 09:57 22 Hezîran 2021
- Rojane
AMED - Li navçeyên Licê, Hezro û Karaza Amedê operasyona leşkerî hatin destpêkirin. Di encama operasyonê de gelek welatî bi işkenceyê hatin binçavkirin.
Li Lîcê, Hezro û Karaza Amedê duh êvarê operasyoneke leşkerî pêk hat. Di çarçoveya operasyonê de leşkeran bi ser gelek gundan de girt. Gelek welatî bi îşkencê hatin binçavkirin û lêdan xwar.
Hat diyar kirin ku kesên ku hatin binçavkirin birine qereqolên navçeyan.