Li Licê, Hezro û Karazê operasyona leşkerî 2021-06-22 09:57:44   AMED - Li navçeyên Licê, Hezro û Karaza Amedê operasyona leşkerî hatin destpêkirin. Di encama operasyonê de gelek welatî bi işkenceyê hatin binçavkirin.    Li Lîcê, Hezro û Karaza Amedê duh êvarê operasyoneke leşkerî pêk hat. Di çarçoveya operasyonê de leşkeran bi ser gelek gundan de girt. Gelek welatî bi îşkencê hatin binçavkirin û lêdan xwar.    Hat diyar kirin ku kesên ku hatin binçavkirin birine qereqolên navçeyan.