Pervîn Buldan û Mîthat Sancar hatin avahiya HDP’a Îzmîrê

  • 12:48 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Hevserokên Giştî yê HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û şandeya li gel wan hatin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ku Denîz Poyraz lê hatibû qetilkirin. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ku duh endama partiyê Denîz Poyraz lê hatibû qetilkirin. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, endamên Lijneya Rêveberiya Navendê (MYK) HDP’ê û siyasetmedarê kurd Sirri Sakik jî li gel hevserokan cih xwe girtin. 
 
Pervîn û Mîthat wêneyê Denîz Poyraz bi ber dilê xwe ve danîn. Hevserok li odeyên partiyê yek bi yek geriyan û derbarê êrişê de agahî ji rêveberan wergirtin. Tê payîn ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer û parlamenterên CHP’ê jî wê îro serdana avahiya HDP’ê bikin.