Pervîn Buldan û Mîthat Sancar hatin avahiya HDP’a Îzmîrê 2021-06-18 12:48:38     ÎZMÎR - Hevserokên Giştî yê HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û şandeya li gel wan hatin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ku Denîz Poyraz lê hatibû qetilkirin.    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ku duh endama partiyê Denîz Poyraz lê hatibû qetilkirin. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, endamên Lijneya Rêveberiya Navendê (MYK) HDP’ê û siyasetmedarê kurd Sirri Sakik jî li gel hevserokan cih xwe girtin.    Pervîn û Mîthat wêneyê Denîz Poyraz bi ber dilê xwe ve danîn. Hevserok li odeyên partiyê yek bi yek geriyan û derbarê êrişê de agahî ji rêveberan wergirtin. Tê payîn ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer û parlamenterên CHP’ê jî wê îro serdana avahiya HDP’ê bikin.