Nobeta 'Edaletê' 96 roj in didome

  • 11:39 12 Hezîran 2021
  • Rojane
 
RIHA - Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 96 roj in didome. Malbatê di peyama xwe de da zanîn tenê li pêy edaletê ne. 
 
Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di encama êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz winda kirin a bi kurê wê Ferît Şenyaşar re, li ber Edaliya Rihayê digire di roja 96’emîn de dewam dike. Malbatê, ji ber qedexeya derketina kolanan a dawiya hefteyê, çalakiya xwe ya edaletê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam kir.
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî, dîmenê serdana Seroka Giştî ya Baskên Jinan a CHP’ê Aylîn Nazliaka û şandeya pê re parve kir û spasiya wan kir. 
 
Malbatê di dewama parvekirin xwe de ev payam da: “Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin. Em ê serdestiya hiqûqî bi hevgirtinê vegerînin. Em tenê Edaletê dixwazin.”