Nobeta 'Edaletê' 96 roj in didome 2021-06-12 11:39:53     RIHA - Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 96 roj in didome. Malbatê di peyama xwe de da zanîn tenê li pêy edaletê ne.    Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di encama êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz winda kirin a bi kurê wê Ferît Şenyaşar re, li ber Edaliya Rihayê digire di roja 96’emîn de dewam dike. Malbatê, ji ber qedexeya derketina kolanan a dawiya hefteyê, çalakiya xwe ya edaletê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam kir.   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî, dîmenê serdana Seroka Giştî ya Baskên Jinan a CHP’ê Aylîn Nazliaka û şandeya pê re parve kir û spasiya wan kir.    Malbatê di dewama parvekirin xwe de ev payam da: “Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin. Em ê serdestiya hiqûqî bi hevgirtinê vegerînin. Em tenê Edaletê dixwazin.”