Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Wuppertalê civîn hat lidarxistin

  • 08:37 15 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wuppertalê di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' civîneke gel hate lidarxistin.
 
Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' civîneke gel hate lidarxistin.
 
Di civînê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê destpê kir, nûnerê KON-MED'ê Erol Polat li ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û bandora wê axivî.
 
Di beşa duyemîn de jî siyasetmedar Lezgîn Botan axivî û qala bûyerên rojane yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kir. Her wiha bandora Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn nirxand.
 
Civîn piştî pirs û bersivê bi nîqaşan bi dawî bû.