Parêzerên di çalakiya ziman de li wan dan dê gilî bikin

  • 15:07 8 Hezîran 2021
  • Rojane
 
AMED - Di çalakiya ziman ku hat kirin parêzer Gulîstan Ataş û Riza Polat ên ku lêdan xwarin diyar kirin ku ew ê li polîsan gilî bikin. 
 
Duh li navçeya Yenîşehirê li Qada Îstasyonê Tora Ziman û Çanda Kurdî xwest ku bi dirûşma, "Bila zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û yê perwerdê" û "Sedsala 21'ê bi be sedsala zimanê kurdî" mîtîngê li dar bixe. Mîtîng bi hinceta pandemiyê hat astengkirin. Piştî qedexekirina mîtîngê girseyê xwest li ber AZC plazayê daxuyaniyê bide û meşê li dar bixe. Lê polîsan êrîşî girseyê kir û dora girseyê girtin. Di gengêşiya ku derket de gelek kesî ji polîsan lêdan xwar.  
 
Komek prêzer jî xwest ku bikeve nava girseyê û polîsan êrîşî komê kir. Di dema êrîşê de parêzer Gulîstan Ataş û Riza Polat ji milê xwe birîndar bûn. Parêzer çûn nexweşxaneyê û lêdana li wan hat kirin kirin rapor.  
 
'Em ê gilî bikin'
 
Parêzer Gulîstan diyar kir ku wan xwestine tevli daxuyaniya ji bo zimanê kurdî bibin û wiha berdewam kir: "Nehiştin ku em tevli daxuyaniyê bibin û li me dan. Ez û hempîşeyê xwe Riza Polat em ji milê xwe hatin birîndarkirin. Piştî wê em çûn nexweşxanê û me derbarê lêdana li me kirin de rapor girt. Em ê derbarê rayadaran de gilî bikin."