Parêzerên di çalakiya ziman de li wan dan dê gilî bikin 2021-06-08 15:07:35     AMED - Di çalakiya ziman ku hat kirin parêzer Gulîstan Ataş û Riza Polat ên ku lêdan xwarin diyar kirin ku ew ê li polîsan gilî bikin.    Duh li navçeya Yenîşehirê li Qada Îstasyonê Tora Ziman û Çanda Kurdî xwest ku bi dirûşma, "Bila zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û yê perwerdê" û "Sedsala 21'ê bi be sedsala zimanê kurdî" mîtîngê li dar bixe. Mîtîng bi hinceta pandemiyê hat astengkirin. Piştî qedexekirina mîtîngê girseyê xwest li ber AZC plazayê daxuyaniyê bide û meşê li dar bixe. Lê polîsan êrîşî girseyê kir û dora girseyê girtin. Di gengêşiya ku derket de gelek kesî ji polîsan lêdan xwar.     Komek prêzer jî xwest ku bikeve nava girseyê û polîsan êrîşî komê kir. Di dema êrîşê de parêzer Gulîstan Ataş û Riza Polat ji milê xwe birîndar bûn. Parêzer çûn nexweşxaneyê û lêdana li wan hat kirin kirin rapor.     'Em ê gilî bikin'   Parêzer Gulîstan diyar kir ku wan xwestine tevli daxuyaniya ji bo zimanê kurdî bibin û wiha berdewam kir: "Nehiştin ku em tevli daxuyaniyê bibin û li me dan. Ez û hempîşeyê xwe Riza Polat em ji milê xwe hatin birîndarkirin. Piştî wê em çûn nexweşxanê û me derbarê lêdana li me kirin de rapor girt. Em ê derbarê rayadaran de gilî bikin."