Şêniyên Mexmûrê çûn serdana çalakvanên di grevê de

  • 14:13 5 Hezîran 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hatiye destpêkirin, bi biryardariyek mezin berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 86’an bi biryardariyek mezin didome.
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’, dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin.   
 
Gelê wargehê îro serdana çalakvanên di greva birçîbunê de ne kirin û gotin:"Em ji gefên faşîst ên Erdogan natirsin û em ê tekoşîna xwe xurtir bikin, wê serketin ya me be. Bijî Serok Apo, bimre îxanet."
 
'Tecrîdkirina Rêber Apo tê wateya tecrîda li ser tevahî gelê kurd'
 
Ezîme Qebul diyar kir ku ew dixwaze tecrîd bi dawî bibe û wiha got:" Armanca çalakiya me ne tenê ji bo hevdîtinêye, yan jî bi telfonekê axaftin e, armanca me ew e ku em bi Rêberê xwe re azad bijîn. Armanca çalakiya me ew e ku bi fîzîkî Rêber Apo azad bibe. Heta ku em azadiya Rêbertî nebînin em dest ji çalakiya xwe bernadin. Tecrîdkirina Rêber Apo tê wateya tecrîda li ser tevahî gelê kurd. Banga min ji bo tevahî kurdan ew e ku xwedî li xaka xwe derkevin. Xwedî li xwezaya xwe derkevin, li her derê rabin ser piyan çalakiyên xwe bikin û peywira Kurdistanê, axa xwe ji neyar û dijminan rizgar bikin. Ji hemû şervanên ku niha li çeperan e slava em dişînin. Bijî Serok Apo."