Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin

  • 11:29 15 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li 36 bajaran bi ser malan de hate girtin û 269 kes hatin binçavkirin. 
 
Wezareta Karên Hundir ragihand ku li 36 bajaran bi ser malan de hatiye girtin û bi giştî 269 kes hatine binçavkirin. Platforma Saziyên Demokratîk di 13’yê Cotmehê de li Amedê bi tevlibûna hezaran kesan çalakiya “Azadiyê” li dar xistibû û hat zanîn ku çalakî weke hinceta binçavkirinan hatiye nîşandan.