Li Mexmûrê koma 86'an çalakiya greva birçîbûnê dewir girt

  • 13:35 5 Hezîran 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatiye destpêkirin, îro koma 86’an dewir girt. Çalakî 169 roj in didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya ku 169 roj in berdewam dike îro koma 86'emîn greva birçîbûnê dewir girt.
 
Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Li ser navê koma 85’emîn mamoste Evdila axivî û wiha got:"Zilm û zordariya êrişên pergala netew dewletê bi piştgiriya hêzên hegemonîk û navnetewî, hevkarên wê yên herêmî di asteke ku tu sînoran nas nake li hember tevgera azadiyê û gelê kurd didin meşandin. Di vê sedsalê de jî li ser hebûna gelê kurd hemû cureyên qirkirinê bi awayekî hovane tê pêşxistin. Li ser civaka kurd qirkirina çandî, aborî, leşkerî, civakî û hwd.tê rêvebirin. Xwezaya Kurdistanê tê talankirin û wêrankirin, demografyaya Kurdistanê tê guhertin. Divê em bi serkefitinê bersiva vê yekê bidin. Ev êrişên hovane destpêkê li ser Rêbertî tê meşandin. Em weke hevalên koma 85’emîn ya çalakiya greva birçîbûnê û weke gelê Wargeha Şehîd Rustem Cudî bi erk, berpirsiyartiya xwe ya demê bi pêngava 'Dem dema azadiyê ye' diyar dikin. Heta ku Rêbertî bi awayekî fizîkî rizgar bibe wê di tevahî qadên jiyanê de têkoşîna me bidome. Her wiha em dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û herêmên parastina medyayê şermezar dikin Em bang li gelê kurd ê her çar perçeyê Kurdistanê û derveyê welat dikin bi awayekî topyekûn li hember dagirekî û zilma li ser gelê kurd tê meşandin têkoşînê mezin bikin, li rûmeta xwe, nirxê xwe yê civakî xwedî derbikevin. Bi heman şêweyê em di serî de bang li neteweyên yekbûyî, saziyên navnetewî yên mafên mirovan û xwezayê diparêzin dikin ku li erk û berpirsariyên xwe xwedî derbikevin. Bijî berxwedana gelê kurd ya li hember dagirkerî, kedxwarîyê, bijî berxwedana gelê Wargeha Şehîd Rustem Cudî yê berxwedêr. Bijî Rêber Apo, Bijî berxwedana girtîgehan."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bû.