Ji do heta îro doza Komkujiya 5'ê Hezîranê

  • 10:35 5 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Di 5'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyona Amedê HDP'ê mîtinga 'Mirovatiya Mezin' li dar xist. DAÎŞ'ê bi bombeyê êrişî mêtingê kir. Ji ser êrişa bombeyî ev 6 sal in derbas bûye lê belê doza hat vekirin hîn bi encam nebûye. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) di 5'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyona Amedê HDP'ê mîtinga 'Mirovatiya Mezin' li dar xist.DAÎŞ'ê bi bombeyê êrişî mêtingê kir.  Dê wê demê de Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş dema dikiara derketa ser dikê êriş pêk hat. Di encama teqînê de Ramazan Yildiz 16), Necati Kulur (47), Şehmuz Kaçan (34), Ciwan Arslan (17) û Alî Turkmen (65) hatin qetilkirin. Dora 400 kesî birîndar bûn. Têkoşîna HDP'yiyan pêşî li komkujiyeke mezin girt. Ji ser doza komkujiyê 6 sal derbas bûn. Lê belê bersûcên esas ên komkujiyê nehatin darizandin. Ji ser êrişa bombeyî ev 6 sal in derbas bûye lê belê doza hat vekirin hîn bi encam nebûye. 
 
Li bersûcên êrişî Îsmail Korkmaz, Mustafa Kilinç, Orhan Gonder, Îlhami Bali û Burhan Gok bi sûcên "Teşebbus rakirina pergala zagonî","Kuştina bi zaneyî","Bikaranîna madeyên talûke ya bê destûr" li 5'emîn Cezayê Giran a Amedê doz li wan hat vekirin. Doz bi biryara 5'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind bi hinceta ewlehiyê di 24'ê Gulana 2016'an de şandin 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bati ya Sîncana Enqereyê. 
 
Piştî 25 dirûşme şûnde biryar derket
 
Di doza hat dîtin de biryar piştî 25 dirûşmeyan derket. Heyeta Dadgehê biryar da doza derbarê Îlhamî Bali de bê tefrikkirin û biryar da ji ber delîlên kêm Bûrhan Gok berat bike. Têkildarî 3 bersûcan jî ji ber sûcê "Kuştin û binpêkirina makezagonê" muebbeta 5 caran hatiye girankirin hat dayin. Her wiha ji ber sûcên "Teşebbusa kuştinê","Hilgirtina madeya talûke" 3 hezar û 336 sal cezayê hepsê hat dayin. 
 
Daxwaza parêzeran hat redkirin
 
Parêzeran ji bo biryara dadgehê îtiraz kirin û loma doz çû Îstinafa Dadgeha Edliyaya Herêmê ya Enqereyê. Polîsên di mîtingê de peywirdar jî ji ber sûcê îhmalkirina peywirê hatin darizandin. Darizandina wan li Amedê didome. Parêzeran diyar kirin ku di pêvajoya lêpirsînê de têra xwe delîl nehatin komkukirin û wan daxwaz kir ku lêpirsîn kûrtir bê meşandin. Lê belê ev daxwaza wan hat redkirin. 
 
Du lêpirsînên cuda tên meşandin
 
Derbarê komkujiyê de du lêpirsînên cuda tên meşandin. Doza yekem a kesên komkujî pêk anîne û li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bati ya Sîncana Enqereyê tê dîtin. Di vê dozê de 3 bersûc hatin cezakirin û bersûcek hat beratkirin. Biryara bi hincet bi teblîgê ji parêzeran re hat ragihandin. Doza din jî li 14'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeya Amedê tê dîtin. Ev jî têkildarî darizandina peywirdarên ewlehiyê ne. Ev hîn didome. Li ser vê dosyayê lêpirsîneke kûr nehat kirin. 
 
Ji bersûcên komkujiyê Îlhamî Bali hîn nehatiye girtin
 
Parêzeran daxwaz kiribûn ku doza polîsên jê tên darizandin bişînin Dadgeha Giran û besûc beşdarî rûniştinê bibin û îfadeyê bidin lê belê ev nehat qebûlkirin. Walî, mudurê emniyetê, muduriyeta îstixbarata ewlehiyê yên ji vê komkujiyê berpris in têkildarî wan lêpirsîn nehat destpêkirin. Ji bersûcên komkujiyê Îlhamî Bali jî hîn nehatiye girtin
 
Dema dosya di asta lêpirsînê de bû derbarê wê de biryara nepeniyê hat dayin û nehat hiştin parêzer xwe bigihêjên. Parêzeran pirs kiribûn ku Orhan Gonder ê dema bombe bi cih kir dema li Amedê bû bi kê re têkilî daniye çawa ewqas bi hêsanî bombe bi cih kiriye. Lê belê ev pirsên parêzeran bê bersiv man. Hat astengkirin ku malbat beşdarî doza birin Enqereyê bibin. 
 
Polîsan gotin: Biçin mirina we hatiye
 
Di 9'emîn rûniştina dozê de Gulizar Kurul a beyan da da zanîn ku dema ew ketin qada mîtingê polîsan ji wan re gotine, "Biçin mirina we hatiye."
 
Her wiha di 12'emîn rûniştina doza di 2'yê Adarê de hat dîtin dihat payin ku dozger mutalaayê bide lê belê dîroka mutalaayê taloqî 25'ê Gulanê hat kirn û dîsa di rûniştinê de mutaala nehatiye dayin û rûniştin taloqî 16'ê Cotmehê hatiye kirin.
 
Parêzer ew ê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê  (AÎHM).