Kesûman Taşli: Ez dixwazim bibim dengê jinan

  • 09:09 5 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Kesûman Taşli ku ji bo taxa Mevlana Xalît a navçeya Rezana Amedê dixwaze bibe wek jinek keya wiha dibêje: "Baweriya jinê hêviyek mezin dide. Baweriya wan ji serkeftina hemû jinan heye. Ez herî zêde dixwazim bibim dengê jinan."
 
Jin êdî di her qadê jiyanê de bi rengên xwe dibin xwedî rol û statûyek. Di qada sîyaset û civakê de jî dibin model û mînak. Yek ji wan jinan jî Kesûman Taşli ye ku ji bo taxa Mevlana Xalît a navçeya Rezana Amedê dixwaze bibe wek jinek keya. Di meha nîsanê de keyayê taxa Mevlana Xalit a navçeya Rezana Amedê Azîz Ezer ku di sala 2019’an de hatibû hilbijartin jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku ji hilbijartina keyatiyê re salek zêdetir maye wê di 6’ê hezîranê de li taxê careke din hilbijartin bê kirin û keyayek nû were hilbijartin. Kesûman derbarê xebatên xwe de axivî.
 
'Hêvî û baweriya min ji bo serkeftinê heye'
 
Kesûmanê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew bi taybet dixwaze hêzê ji jinan bigire û got: "Di sala 2014’an de ji bo demek di nav Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) weke Endama Meclisa Şaredariya Rezanê de min cih girtibû. Niha jî ji bo vê taxê dixwazim gelek tiştan bikim. Ez di xebatên xwe de ji hemû kesan hêzê dixwazim bigirim lê bi taybet ji jinan dixwazim hêzê bigirim. Hêvî û baweriya min ji bo serkeftinê heye. Jin hay ji hêz û baweriya xwe henin. Xwe di her qadên civakê de bi rêxistin dikin. Têkiliya min bi mirovan re gelek baş e. Heke zilamek li cihekî karekî bike jin jî di vî karî dikarin serkeftî bibin."
 
'Ez dixwazim bibim dengê jinan'
 
Kesûmanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser pirsgirêkên taxê û jinan. Kesûmanê wiha got: "Pirsgirêkên kûçe, mal û yênjinan gelek zêde hene. Herî zêde jî pirsgirêkên aborî pir zêde hene. Di pêvajoya xebatan de jî her mal pirsgirêkên xwe yên aborî anîn ser ziman. Ji xeynî vê dîsa herî zêde jin cûrbecûr pirsgirêkan dibînin.Ez dixwazim bibim dengê jinan. Sozê didim jinan  ku wek keya çi ji destê min bê ez ê ji bo jinan bikim."
 
'Têgehên zayendperest a li ser xebata jinê'
 
Kesûmanê destnîşan kir ku di warê keyatiya jinê de baweriyek heye û got: "Mixabin  têgehên zayendperest a li ser xebata jinan hê neşikiyaye. Ez carek di pêvajoya xebatan de rastî zilamekî hatim ji min re got çima qey mêr tune ne ku jin dibin muxtar. An jî jinikek di nav kuçeyan de wêneyê min a daliqandî dît dibêje tu yê çima wêneyê xwe bi der doran ve didî daliqandin. Yanî mixabin gelek di nav jinan de jî ew hişmendiyên zayendperest heye. Gelek jin dibêjin bila her tiştî mêr bikin çima jin dikin. Ez jî dixwazim wan têgehan li ser civakê bidim şikandin. Ji aliyekî din ve jî keyatiya jinê hêvî û baweriyek mezin dide. Baweriya wan ji serkeftina hemû jinan heye. Derfeta jinan ji bo tiştan tune. Lê gava jin destê xwe diavêje tiştekî, ew tiştê baş dike."
 
'Dixwazim ji bo jinan îstîhdamê pêk bînim'
 
Kesûmanê li ser plan û projeyên xwe jî sekinî û anî ziman ku dixwaze ji bo jinan îstîhdamê çêbike. Kesûmanê wiha got: "Ez dixwazim ji bo ku di destê jinê de karek hebe bixebitim. Ji bo xebata jinan dixwazim kooperatîfekê vekim. Her wiha ji bo zarokan jî dixwazim xebatan bikim. Li taxa me cihekî jin û zarok biçinê tune ye. Jin her tim li ber derên avahiyan rûdinên. Dîsa zarok li taxê her dilîzin û deng derdixin. Ev jî nexweş û kesên temenmezin ên nikarin ji malê derkevin aciz dike. Ez dixwazin bi van meseleyan re mijûl bibim û cihên ku jin û zarok karibin biçinê ava bikim. Ev parq dibe cihekî şînkayî dibe. Dema ku ev tişt hebin wê jin ne li ber derên avahiyan li hev kom bibin ne jî zarok li taxê her deng derbixin. Ez karibim di wî warî de çi bikim ez ê bikim."