‘Wê 1’ê Tîrmehê bibe roja serhildanê’

  • 09:04 5 Hezîran 2021
  • Rojane
Sena Dolar
 
STENBOL - Ji Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê Pêk Bîne Ferîde Eralp da zanîn ku wê li dijî biryara vekişînê her hefte çalakiyekê pêk bînin û wê di 19’ê Hezîranê de mîtîngê li dar bixin û got: “Desthilatdarî heta 1’ê Tîrmehê şûnde gavê navêje, wê 1’ê Tîrmehê ji bo me bibe roja serhidlanê. Ez bang li hemû jinan dikim ku dakevin kolanan.”
 
Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di 20’ê Adarê de Peymana Stenbolê fesh kir. Di rojnameya fermî ya 30’yê Nîsanê de hat gotin ku wê peyman di 1’ê Tîrmehê de bi giştî bê rakirin. Bi pêşengiya Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê Pêk Bîne, jin li Tirkiriyeyê bi şîara ‘Em dest ji peymanê bernadin’ çalakî pêk anîn. Jinan biryara çalakiyên bê navber da û gotin 1’ê Tîrmehê de jiyanê rawestînin.
 
Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê Pêk Bîne di rojên borî debi etîketa #failiserbest hefteyekê li ser çapemeniya civakî çalakî da destpêkirin. Ji Koma Kampanyayê Ferîde Eral got wê jin her hefte çalakiyên nû pêk bîne.
 
‘Peyman bê rakirin jî em ê esasa wê bidin pêkanîn’
 
Ferîdeyê diyar kir ku peyman bê rakirin jî, ji bo esasên peymanê bikin jiyanê û wekheviya zayendî wê dest ji têkoşînê bernedin û ev tişt bi lêv kir: “Piştî 1’ê Tîrmehê jî têkoşîn heman e. Bêguman rakirina peymanê cesaretê dide kujeran. Ya duyem jî tê wateya ku mekanîzmayên jin serî lê didin bi rêk û pêk, pêk nayên. Yek kesekî ku îfade dike ku peyman hatiye rakirin, heye. Tevî vê em ê ji bo esasê peymanê pêk bê têbikoşin. Li her derê em ê wekheviya zayendî tesîs bikin.”
 
‘Em ê xwedî li daxwazên xwe derkevin’
 
Ferîdeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Gelek aliyên civakê bertek nîşanê feshkirina peymanê didin. Divê hedefa me ya rêxistinkirina vê bertekê hebe. Em ê heta 1’ê Tîrmehê peymanê vebêjin û mijara xwedîderketina li peymanê belav bikin. Me broşur û stîcker amade kirin. Em ê li her taxê Stenbolê nobetan bigirin û bêjin ku xwedî li daxwaza wekheviya zayenda civakî derkevin.”
 
‘Her hefte çalakiyek’
 
Ferîdeyê daxuyakirin ku Koma Kampanyayê ji bo her hefteyê çalakiyên cuda plan dike û got çalakiya vê hefteyê bi armanca balê bikişînin ser gotina Suleyman Soylu ya weke ‘li vî welatî kuştinên kiryar nediyar ya jinan tune’ pêk anîne û wiha bi lêv kir: “ Peyman ji bo şîdeta zayenda civakî ji holê rake 4 esasan pêşkêş dike. Yek ji van jî cezakirin e. Ger gumanbarê şîdetê bêceza bimîne wê cesaretê bigire. Me bi etîketa #failiserbest li ser çapemeniya civakî çalakî da destpêkirin û heta 1’ê Tîrmehê em ê çalakiyan bidomînin.”
 
‘1’ê Tîrmehê ji bo me roja serhildanê ye’
 
Ferîdeyê di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Heta 1’ê Tîrmehê planên me yên çalakiyên girseyî hene. Em ê cih û dema wê rojên pêş de parve bikin. Di 19’ê Hezîranê de Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) wê mîtînga ‘Em dest ji peymanê bernadin’ li dar bixe. Der barê vê de komîte hat avakirin. Ji ber vê meha hezîranê wê gelek bi tevger be. 1’ê Tîrmehê ji bo me roja serhildanê ye. Em ê hemû bi hev re li kolanan bin. Wekî din çareya me tune ye.”