'Bi pandemiyê re civak ji hevdu dûr ket'

  • 09:02 5 Hezîran 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Jinên ku bal kişandin li ser pêvajoya pandemiyê destnîşan kirin ku bi pandemiyê re bêtir tenêbûn û bêhêvîtî pêşket û gotin: "Di pêvajoya pandemiyê de civak, malbat û cîran ji hevdû dûr ketin. Bi tedbîran re hêviyên civakê pûç bûn. Piştî demekî ji ber xizaniyê nexweşî jî hat jibîrkirin." 
 
Şewba virûsa koronayê (Covid -19) hêj li tevahiya cîhanê bi bandor e. Li dijî belavbûna virûsê gelek tedbîr hatin girtin û bi tevahî jiyana mirovan hat guhertin. Li Tirkiyeyê jî li dijî belavbûnê tedbîr hatin girtin. Hem virûs û hem jî tedbirên ku hatin girtin bandorek neyinî li ser jiyanê kir. Ji aliyek qeyrana aborî û aliyek jî fikara nexweşiyê. Di pêvajoya pandemiyê de herî zêde jin bi bandor bû. Jinên Amedî derbarê pêvajoya pandemiyê de ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Civakê ji hev dûrket' 
 
Hatîce Yildirim diyar kir ku bi pêvajoya pandemiyê ji bo hemû kesan jiyaneke da destpêkirin û got: "Ji ber vê qeyranê gel ket nav buhraneke. Gelek kes ji ber qeyrana aborî ketin bin deynan an jî dikanên xwe girtin. Civak ji pêvajoyek gelek dijwar derbas bû û hê jî berdewam dike. Ez ji malê derneketim. Her tim di nava malê de bûm. Ji bo min wek jiyaneke hepsê bû. Ji her tiştî îzole bûm. Ne tenê ez hemû ferdên malê li malê bûn. Lê belê hemû kes jî bi pirsgirêkan re rûbirû man. Ew rewşa îzeolebûne nedihişt ku em pirsgirêkên xwe biaxivin. Civakê ji hevdû dûr xistin û xwestin li ser pirsgirêkan bigirin. Lê me dît ku gelek kes nekarin kireyê xwe bidin, heqê ceyran û avê xwe didin û pêdîviyên xwe yên rojane bikin.”
 
‘Hêviyên civakê vala hat derxistin’
 
Hatîce destnîşan kir ku li ser şêwaza jiyana mirovan guhertinek bêhempa çêbû û wiha nêrînê xwe ani ziman: "Civak, bi tiştên ku li bendê nebûn re rûbirû man. Lewra civak ket nav valahiyekê. Hemû pirsgirêkên ku li ser hev hatin bingeha qeyranek qerase çêkirin. Xelk ket rewşekê wisa kûr ku li bazaran sebze û fêkiyên rizî girtin. Ew buhrana mezin pêşiya bûyerên xwekujiyê jî vekir. Bi taybetî ji civakê dûrketin. Gelek tiştên ku di ne ji rêzê, di vê pêvajoyê de asayî hat dîtin. Xwedî li cenazeyan derneketin, di nav malbat û hemû qadên civakê de qûtbûnek pêk hat. Piştî ku pandemî dest pê kir ev buhrana heyî xwe kûrtir kir. Em berê bêtir bi hêvî û dilşad bûn, lê niha em wek miriyan e. Ji xeynî pirsgirêkan tiştek din li ber çavên min nakeve. Ez her tim kêliyên demên borî tînim bîra xwe." 
 
‘Dibêjin lê nakin' 
 
Hatîce bal kişand li ser nêzîkatiya dewletê ya li hemberê gel û wiha bilêv kir: “Dewlet xelk xist nava rewşekê xirab. Rewşa ku fedîkirinê. Di meha remezanê de kartol û pîvaz belav kirin, di nav gel de îzdîhamek pêk hat. Mirov li ser vê rewşê çawa nefikire. Kartol li Tirkiyeyê berhemek ku herî zêde tê peyda kirin e. Lê ew dîmena îzdîhamê rewşa Tirkiyeyê nîşan dide. Her çiqas Tirkiyê jî di nav kaosek de be, divê xwedî li gel derketa. Dewletên Ewropî jî ketin rewşekê dijwar lê ji gelê xwe re bûn alîkar. Di vê pêvajoyê de gel bi zilm û tehde re rûbirû man. Rayedarên dewletê derdikevin hin tiştan dibêjin û qala tedbîran dikin lê tiştek nakin.”   
 
‘Xelk ji ber xizaniyê nexweşî ji bîr kir’
 
Azize Aslan jî di axaftina xwe de bal kişand ser xizaniyê û wiha axivî: "Bi pandemiyê re tişta ku herî zêde derket pêy xizanî bû. Xelk di rewşekê perişan de ye. Cîrantî gelek qels bû. Zarokên me êdî wekî berê li kolanan nagerin, nalîzin. Em jî wekî berê naçin gel cîranên xwe. Ji ber ku pandemî bû sedema kêmbûna têkiliyan. Berê de kêfxweşî, piştgirî û germahiyek hebû lê niha ew hemû qediyan e. Tu kes di xema kesekî de nîn e. Tedîrek baş nehat girtin. Ji ber feqirî û belangaziyê xelk nexweşiyê ji bîr kir.”
 
‘Me xwe bêkes û bêhêvî hisdikir' 
 
Muazzez Fidanci anî ziman ku pandemî tiştên ku nehatibû elîmandin xist jiyana civakê û got: “Ez bi tena serê xwe dijîm, jixwe kesekî min tune bû. Hemû xizmên min dûr in. Bi pandemiyê re jî min xwe zêdetir bêkes û bêhêvî hîs kir. Di destpêkê de gava me maske dida ber xwe gelek cuda hîs dikir. Ewilî kesek ewqas maske bikarnedianî lê niha kesek bê maske tune ye."
 
‘Ez ji cîhanê xwe dûrketim' 
 
Meyaser Dengîz jî anî ziman ku ligel pandemiyê gelek pirsgirêk derketin û wê xweziyên xwe ji rojên bere tîne. Meyaser wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez zede ji mal dernediketim. Bi pandemiyê re jî kes newêriya ku biçe gel hevdû. Lewra em ji ciranên xwe dûr ketin. Ez bi koronayê jî ketim. Ji bo min gelek zor bû. Ji ber ku temenê min mezin bû. Lê min derbas kir. Em hinek bêhêvî ne êdî em nizanin çi bixwazin.”