ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

  • 09:00 5 Hezîran 2021
  • Rojev
 * Jinên ku bal kişandin li ser pêvajoya pandemiyê destnîşan kirin ku bi pandemiyê re bêtir tenêbûn û bêhêvîtî pêşket û gotin: "Di pêvajoya pandemiyê de civak, malbat û cîran ji hevdû dûr ketin. Bi tedbîran re hêviyên civakê pûç bûn. Piştî demekî ji ber xizaniyê nexweşî jî hat jibîrkirin." BI DÎMEN 
 
*Ji Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê Pêk Bîne Ferîde Eralp da zanîn ku wê li dijî biryara vekişînê her hefte çalakiyekê pêk bînin û wê di 19’ê Hezîranê de mîtîngê li dar bixin û got: “Desthilatdarî heta 1’ê Tîrmehê şûnde gavê navêje, wê 1’ê Tîrmehê ji bo me bibe roja serhidlanê. Ez bang li hemû jinan dikim ku dakevin kolanan.” BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Giştî ya OHD’ê Îlknur Alcan der barê kampanyaya îmzeyan ya ‘Em nabin hevkarê vî sûcî’ ya ku ji bo hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bê destpêkirin û 768 hiqûqnasî îmze kiriye de, axivî û got: "Ji bo welat demokratîk be divê tecrîd bê şikandin."
 
*Kesûman Taşli ku ji bo taxa Mevlana Xalît a navçeya Rezana Amedê dixwaze bibe wek jinek keya wiha dibêje: "Baweriya jinê hêviyek mezin dide. Baweriya wan ji serkeftina hemû jinan heye. Ez herî zêde dixwazim bibim dengê jinan." BI DÎMEN