Esengul Kiliç a HDP'yî hat girtin

  • 15:12 4 Hezîran 2021
  • Rojane
STENBOL - Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê Esengul Kiliç hat girtin.
 
Endama Koordînasyona Jinên Ciwan û Lijneya Rêveberiyê ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Esengul Kiliç ji bo civîna MYK'ê ya HDP'ê ji Stenbolê diçû Enqereyê. Esengulê di rê de li noqteya kontrolê ya polîsan hat sekinandin û ji kontrola GBT'ê hat derbaskirin. Piştî kontrola GBT'ê bi hinceta têkildarî wê biryara binçavkirinê heye hat binçavkirin. Esengulê piştî karên binçavkirinê sewqî dozgeriyê hat kirin û ew şandin Girtîgeha Tîpa L ya Ferizli ya Sakaryayê. 
 
Hat hînbûn ji bo dosyayê biryara nepeniyê hat dayin.