'Îşkenceyê li girtiyên jin ên Wanê dikin'

  • 14:49 4 Hezîran 2021
  • Rojane
WAN - 6 sazî û dezgehên li Wanê derbarê binpêkirina mafên girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Wanê raporek amade kirin. Di raporê de hat diyar kirin ku girtiyên jin bi îşkence û zextan re rûbirû dimînin. 
 
Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER), Odeya Tabîban a Wan-Colmêrgê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi hev re derbarê Girtîgeha Jinan a Wanê de raporek amade kirin. Rapor bi serdan û giliyên ku hatî kirin hat amadekirin. Rapor li avahiya Baroya Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re hat parvekirin. Rapor ji hêla rêvebera Navenda Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter ve hat aşkerakirin.   
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îşkence û muaemeleya nebaş bi endamên MEBYA-DER'ê hatiye kirin. Li ser wê yekê parêzerên Komîsyona Baroya Wanê û Şûbeya OHD'ê ya Wanê çûn girtîgehê, serdana wan kirin. Ceyda Dîndar, Gulîstan Onver û Semîran Erbaga re hevdîtin hatin kirin. Girtî ji me re ragihand ku personelên li Beşa Qebûlkirina Girtiyan li ser mijara koxuşa alî-bêalî zexta psîkolojîk li wan kirine, bi ser wan de qêriyane. 3 memûrên jin cilên wan li wan dane derxistin û pêşmalk dane wan û piştre jî ji wan re gotine 'sê cawan xwe bitewînin û bikuxin'.
 
Her wiha heta saet 02:00'an nivîn nedane girtiyan. Malzemeyên wan ên paqijiyê, semawer, TV, pirtûk, pênûs nedane wan. Li odeyeke gemarî hatine hiştin. 3 rojan ji bo ku avê pê vexwin îskan nedane wan. Her wiha hejmara li ser piyan li wan hatiye ferzkirin. Pêwistiyên wan ên kantinê nehatine bicihanîn. Her wiha me bi Semîranê re jî hevdîtin pêk anî. Semîranê ku sirgunê Girtîgeha Amedê ya Jinan hat kirin lêgerîna tazî li wê hatiye ferzkirin. 
 
Lêgerîna bi tazî binpêkirina mafên mirovan e. Divê dewlet li dijî îşkenceya ku pêk tê bi dawî bike. Her wiha li dijî îşkenceyên ku li girtîgehan pêk tê divê tedbîran bigire. Her wiha îşkenceya li hemberî girtiyan di rêziknameyên netewî û navneteweyî de hatiye qedexekirin. Qanûnên ku bi kêfî hatine amadekirin divê bên guhertin."