Li Mexmûrê koma 86'an greva birçîbûnê dewr girt

  • 12:29 4 Hezîran 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatiye destpêkirin, îro koma 86’an dewir girt. Çalakî 169 roj in didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya ku 169 roj in berdewam dike îro koma 86'emîn greva birçîbûnê dewr girt.
 
Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 85’emîn mamoste Evdila axivî û wiha got: "Zilm û zordariya êrişên pergala netew dewletê bi piştgiriya hêzên hegemonîk û navnetewî, hevkarên wê yên heremî di astekê ku ti sînoran nas nake li hember tevgera azadiyê û Gelê Kurd didin meşandin. Di vê sedsalê de jî li ser hebûna Gelê Kurd hemû cûrên qirkirinê bi awayekê hovane tê pêşxistin. Li ser civaka kurd qirkirina çandî, aborî, leşkerî, civakî û hwd. tê rêvebirin. 
 
Xwezaya Kurdistanê tê talankirin û wêrankirin, demografyaya Kurdistanê tê guhertin. Di rewşekê wiha de yê ku bibe bersiv û li hember van kiryaran serkeftinê bîne şerê gel ê şoreşgerî ye. Navenda van tevahî êrîşan jî îmralî ye. Ev êrişên hovane destpêkê li ser Rêbertî tê meşandin. Em weke hevalên koma 85’emîn ya çalakiya greva birçîbûnê û weke gelê wargeha Şehîd Rustem Cudî bi erk, berpirsiyartiya xwe ya demê bi pêngava ‘Dem dema azadiyê re diyar dikin’.
 
Heta ku rêbertî bi awayekê fizî rizgar bibe wê di tevahî qadên jiyanê de têkoşîna me bidome. Her wiha dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê û herêmên parastina medya şermezar dikin, bang li Gelê Kurd yê her çar perçeyê Kurdistanê û derveyê welat dikin bi awayekê topyekûn li hember dagirekî û zilma li ser Gelê Kurd tê meşandin têkoşînê bilind bikin, li rûmeta xwe, nirxê xwe yê civakî xwedî derbikevin. Hevam şêweyê em di serîde bang li neteweyên yekbûyî, saziyên navnetewî yên mafên mirovan û xwezayê di parêzin erk û berpirsariyên xwe xwedî derbikevin."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zîndana” bi dawî bû.