Li Amedê mîtînga ziman: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî

  • 09:01 4 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
AMED - Di 7'ê hezîranê de bi dirûşma "Zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” li Amedê mîtîngek tê lidarxistin. Sekretera Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Hatîce Efe, diyar kir ku perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekê bingehîn e û got: "Mesela li welatên din pirzimanî heye di aliyê fermiyetê de. Pirzimanî pir rengî ye, pir çandî ye. Zirara pirzimanî jî nagihêje tu kesek re.”
 
Kampanya ku Komîsyona 21’ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê, bi daxwaza “Zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” di 22’yê sibatê de dabûn destpêkirin, didome. Di çarçoveya xebatên kampanyayê dê li Cizîr, Wan û Amedê Mîtîngên Zimanê Kurdî li dar bixin. Di i 7’ê hezîranê de li Amedê mîtîng tê lidarxistin. Têkîldarî mijarê ji pêkhateyên torê, Sekretera Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Hatîce Efe ji ajansa me re axivî. 
 
Hatîce di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê û destnîşan kir ku ziman ji bo mirovan avakirina kesayetan e. Hatîceyê diyar kir ku heke zimanek winda bibe ji wê civakê tu tiştek namîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ziman têkiliya di nav civakê de ye. Gava zarok hatin dine yekemîn car bi dayikên xwe re tekili datînin. Lewra zimanê zikmakî ji bo berdewamiya netewekê xalekê herî bingehîn e. Li ser girîngiya zimanê gelek sedem mirov dikare rêz bike. Lê êdî hewce nîne ku em girîgiya zimanê bînin li ser ziman. Di vê çarçoveyê de gelek xebat jî tê kirin.  Her wiha xebatên zanîstî jî tê kirin. Ji ber ku ziman di heman demê de xebatek zanistî ye. Ji ber van sedeman em wek pêkhateyên torê xebatek wisa da pêşiya xwe. Ji ber ku êdî xetereya li ser zimanê xwe bi her awayî dide xuya kirin. Her wiha rastî gelek cûreyên êrîşan tê. Heke ziman nebe zimanek perwerdehiyê, di nav civakê de neye axaftin û di sazî û dezgehan de cih negire ew ê ziman bimire. Lewra bêguman divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî."
 
‘Divê dewlet berpirsyariyên xwe bîne cih’
 
Hatîce anî ziman ku pêşxistina zimanên zikmakî herî zêde di berpirsyariya dewletan de ye. Hatice got divê dewlet aliyê ziman de bi hestiyarî nêzik bibe û ji bo ku ziman tune nebe xwedî lê derkeve û wiha pêdê çû: “Civak her çiqas xwedî lê derkeve heke ziman di aliyê resmiyetê de ne nebe zimanek perwerdehiyê ew ê parastinek bingehîn ne pêkan be. Divê ji bo zimanê piştgirîyek xurt û bi hêz bê kirin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekê bingehîn e. Jixwe Netewên Yekbûyî (NY) jî bal dikşîne li ser vê xalê. Ji ber vê yeke divê dewlet ew berpiryariyê bîne cih. Mesela li welatên din pirzimanî heye di aliyê fermiyetê de. Pirzimanî pir rengî ye, pir çandî ye. Zirara pirzimanî jî nagihêje tu kesek re.”
 
‘Em dixwazin bi kurdî perwerdê bidin’
 
Hatîce bilêv kir ku mîtînga zimanê kurdî ji bo xwesteka mafê perwerdehiyê û parastina zimanê kurdî gelek girîng e û axivî: “Lewra em wek Gelê Kurd û saziya şaxa Egîtim Senê dixwazin  zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Em mafê zimanê zikmakî diparêzin û em dixwazin bi xwendekarên xwe re bi zimanê wan perwerdehiyê bidin. Mîtînga ji bo zimanê ku wê di 7’ê mehê de li Amedê pêk were, Tora Çand û Zimanê kurdî ji bo destûrê serî lê daye. Heke ew ê bibe dê ji bo daxwaza mafê zimanê zimakî em ê beşdar bin. Em hêvî dikin ku xwedî derketin û tevlîbûneke gelek xurt pêk were.”
 
‘Ji bo kampanyaya îmzeyê tevlîbûnek xurt divê’
 
Hatîce diyar kir ku xebatên zimanê kurdî bi taybet di çarçoveya 15’ê Gulanê dihat kirin lê xebatek wiha girseyî heya niha nehatiye çêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ew mîtîng ji bo xwesteka mafê zimanê gelek girîng e. Asta hişmendiya aliyê zimanê de xurttir e. Ji ber ku hemû sazî ji bo zimanê hatine gel hevdû. Ew jî hêvî û baweriyek mezin dide. Ji ber ku êdî haya hemû kes ji xetereya li ser zimanê heye. Hem kurmancî hem jî zazakî. Em her çiqas girîngî bidin li ser zimanê jî mixabin di nav qadên jiyanê de kêm tê bikaranîn. Ji bo xwedî derketina kampanyaya imzeyê jî ew xebat gelek girîng e."