Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 19:09 3 Hezîran 2021
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serî li dozgeriyê dan.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bû, lê ev axaftin jî nîvco mabû.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal jî piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an bi muwekîlê xwe e hevdîtin kiribûn. Ji wê rojê ve serlêdanên tên kirin bê bersiv tên hiştin.