Saliha Aydenîz ji Cizîrê Bang kir: Zimanê me di bin tecrîdê de ye

  • 17:58 3 Hezîran 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Komîsyona 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Ziman, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê îro li navçeya Cizîrê xwest mîtîngê li dar bixe. Lê mîtîng hat astengkirin. Piştî astengkirina mîtîngê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, got: “Zimanê me tecrîd kirine û heta ku zimanê me bibe zimanê fermî wê têkoşîna me bidome."
 
Komîsyona 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Ziman, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê îro li navçeya Cizîra Şirnexê bi dirûşma "Bila kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî " û “Bila sedsala 21’ê bibe sedsala kurdî" xwest mîtîngê li dar bixe. Lê mîtînga ku hat xwestin li Parka Birca Belek bê lidarxistin, Waliyê Şirnexê bi hinceta pandemiyê destûr neda. Li ser vî yekê girseya ku xwest meşê li dar bixe dîsa ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Piştî ku meş jî hat astengkirin, komîsyonê li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Cizîrê daxuyaniyek girseyî da û şahî li dar xist.  Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, Hevserokê Giştî yê Partiya Komûnîst a Kurdistanê Sînan Çîftçî, Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê, rêvebirên HDP û DBP’ê yên Mêrdîn û Amedê, aktîvîstên TJA’yê, rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Jinan bi kincên xwe yên gelerî reng dan şahiyê. Beriya daxuyaniyê, girse li hewşa avahiya navçeya HDP’ê govend gerand. Piştre daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de pankartên “Tundiya li ser ziman tundiya li ser jinê ye, tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye” û  “Bila zimanê kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hat vekirin.
 
‘Gelê Cizîrê xwedî li çand û hebûna kurdî derket’
 
Di serî de Şerefxan Cizîrî û Sînan Çîftçî axivîn û bal kişandin ser girîngiya zimanê kurdî û xwestin zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Herî dawî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî. Saliha, bal kişand ser rol û mîsyona zimanê kurdî  û wiha got: “Gelê herema Botanê bi salane ji bo ziman, çand, hebûn û pêşeroja xwe têkoşiya ye. Ji vê rojê şûnde jî dê têbikoşe. Ji ber ku em zanin herema Cizîra Botan di dema Îskender, Tîmûr û Osmaniyan de jî xwestin bê dagirkirin û tunekirin. Xwestin dîrok, çand û zimanê me qedexe bikin. Lê belê gelê Cizîrê hertim li ber xwe da û xwedî li çand û hebûna kurdî derket. Cizîra Botan ji bo ziman û wêjeya kurdî xwedî cihek girîng û taybet e.”
 
‘Dixwazin ziman jî di bin tecrîdê de bihêlin’
 
Saliha, behsa derxistina Kovara Hawarê kir û wiha domand: “Bi derketina Kovara Hawarê kurdî heta vî rojê hat. Polîtîqayên sedsalî yên bişaftin û tunehesibandinê heta vê rojê berdewam dikin. Ev polîtîqayên tunekirinê bi îktîdara AKP’ê re zêdetir bûn û hîn jî berdewam dike. Çawa ku gel di bin tecrîdê de ye, dixwazin ziman jî di bin tecrîdê de bihêlin. Çawa di salên 80’yî de di dema darbeya cuntayê de di girtîgehan de digotin ‘tirkî biaxive pir biaxive’, îro jî ji ber dayikek kurdî axiviye 6 meh cezayê disîplînê lê hatiye birîn. Em dibînin ku bîrûbaweriya wan negûheriye û hîn wek berê ye. Bi wê bîrûbaweriyê êrîşî zimanê kurdî dikin. Cizîra Botan çawa ku xwedî li zimanê xwe derket dê îro jî tevahî gelê Kurdistanê xwedî  li zimanê xwe derbikeve.”
 
Banga xwedîderketinê
 
Saliha, di  dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Kurd û zimanê kurdî bi êrîş, bişaftin, kuştin, tunekirin û qedexekirinan naqede. Ji ber wê jî pêwîste ziman û nasnameya Gelê Kurd bê naskirin. Heta ziman û nasnameya me bê naskirin em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em dibêjin divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Dayikên me ji bo zimanê kurdî winda nebe xwedî derketin û heta vê rojê anîn. Em destûrê nedin ku polÎtîqayên bişaftin û qedexeyê bikeve mala me. Em ê bi hev re ji bo zimanê xwe têkoşîna xwe mezin bikin. Em têkoşîna Botanê ji Mem û Zînê dizanin. Em jî evîndarên zimanê xwe ne. Heta zimanê kurdî  bibe zimanê perwerdehiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Piştî daxuyaniyê girseyê dîrûşma “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
Piştî bidawîbûna şahî û daxuyaniyê parlmanter û siyasetmedar çûn serdana esnafan.