'Di meha gulanê de 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane'

  • 16:20 3 Hezîran 2021
  • Rojane
STENBOL - Meclisa ÎSÎG’ê rapora cînayeta kar a meha gulanê aşkera kir û ragihand ku di meha gulanê de 232 karkeran jiyana xwe ji dest daye. 
 
Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) a Stenbolê, rapora xwe ya meha gulanê ya cînayetên kar aşkera kir. Li gorî raporê di meha gulanê de herî kêm 232 karkeran jiyana xwe ji dest daye û di 5 mehên destpêkê yên salê de jî herî kêm 9 72 karkeran jiyana xwe ji dest daye. 
 
Di raporê de hat diyar kirin ku ji bo jinan jî rewşa kedxwariyê neguherî ye û wiha hat gotin: "Kedxwarî li kargeh û malan jî li hemberî keda jinê dom kir. Bi milyonan jin di jiyana rojane de bi şîdeta mêr û aboriyê re rûbirû dimîne. Li cîhanê ji sedî 75, ango 67 milyon karkerên jin ên malê hene. Li Tirkiyeyê jî milyonek 300 hezar jin karkerên ku karê malê dikin hene. Her wiha ne saet û ne jî heqdesteke stardart heye. Ji 10 jinan 3 jin bi şîdeta fizîkî re rûbirû dimînin. Bi heqdesteke kêm dixebitin. Di navbera karkerên jin de sendîkabûyîn û rêxistinbûyîn pêş dikeve."