Jinên ji şewatê bi bandor bûbûn hatin tabûrcûkirin
- 12:51 1 Hezîran 2021
- Rojane
AMED - Jinên ku duh êvarê li Girtîgeha Jinan a Amedê li beşa ku şewat derketibû diman û ji şewatê bi bandor bûbûn û rakiribûn nexweşxaneyê îro hatin tabûrcûkirin.
Duh êvarê agir bi beşa ku girtî lê dimînin Girtîgeha Jinan a Amedê derket. Jinên ku ji ber şewatê birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargilê. Her wiha hatibû diyarkirin ku ji jinên rakirine nexweşxaneyê yekê jê gotiye, "Îşkenceyê li me dikin dikin û em naxwazin biçin girtîgehê."
Navên jinên ku ji şewatê û ji dûyê bi bandor bûne wiha ne: Şûkriye Gezgîn, Songul Ertaş, Mîzgîn Alver.
Her wiha hate hînbûn jinên ku rakiribûn nexweşxaneyê îro piştî tedawiya wan ji nexweşxaneyê tabûrcû bûne.