Jinên ji şewatê bi bandor bûbûn hatin tabûrcûkirin 2021-06-01 12:51:53     AMED - Jinên ku duh êvarê li Girtîgeha Jinan a Amedê li beşa ku şewat derketibû diman û ji şewatê bi bandor bûbûn û rakiribûn nexweşxaneyê îro hatin tabûrcûkirin.   Duh êvarê agir bi beşa ku girtî lê dimînin Girtîgeha Jinan a Amedê derket.  Jinên ku ji ber şewatê birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargilê. Her wiha hatibû diyarkirin ku ji jinên rakirine nexweşxaneyê yekê jê gotiye, "Îşkenceyê li me dikin dikin û em naxwazin biçin girtîgehê."   Navên jinên ku ji şewatê û ji dûyê bi bandor bûne wiha ne: Şûkriye Gezgîn, Songul Ertaş, Mîzgîn Alver.   Her wiha hate hînbûn jinên ku rakiribûn nexweşxaneyê îro piştî tedawiya wan ji nexweşxaneyê tabûrcû bûne.