Li Girtîgeha Jinan a Amedê şewat derket
- 09:59 1 Hezîran 2021
- Rojane
AMED - Li Girtîgeha Jinan a Amedê li beşa ku girtî lê dimînin şewat derket. Jinên ku ji ber şewatê rakirin nexweşxaneyê gotin, "Îşkenceyê li me dikin."
Duh êvarê li Girtîgeha Jinan a Amedê li beşa ku girtî lê dimînin d şewat derket. Jinên ku ji ber şewatê birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargilê. Derbarê ku çend jin rakirine nexweşxaneyê û navê wan de tu agahî nehatin girtin.
Hat diyarkirin ku ji jinên rakirine nexweşxaneyê yekê jê gotiye, "Îşkenceyê li me dikin dikin û em naxwazin biçin girtîgehê."