Li Girtîgeha Jinan a Amedê şewat derket 2021-06-01 09:59:16     AMED - Li  Girtîgeha Jinan a Amedê li beşa ku girtî lê dimînin şewat derket. Jinên ku ji ber şewatê rakirin nexweşxaneyê gotin, "Îşkenceyê li me dikin."   Duh êvarê li Girtîgeha Jinan a Amedê li beşa ku girtî lê dimînin d şewat derket.  Jinên ku ji ber şewatê birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargilê. Derbarê ku çend jin rakirine nexweşxaneyê û navê wan de tu agahî nehatin girtin.    Hat diyarkirin ku ji jinên rakirine nexweşxaneyê yekê jê gotiye, "Îşkenceyê li me dikin dikin û em naxwazin biçin girtîgehê."