2 zarokên di bin kavilên banê xanî de man birîndar bûn
- 08:43 31 Gulan 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Li Silopiyê 2 zarok di bin kavilên banê xaniyê ku hilweşiya de man.
Li Kuçeya Şehid Harun Boy a Silopiyê di saetên şev de banê xaniyekî hilweşiya û du zarokên li ser xanî dilîstin jiyana xwe ji dest dan. Zarokên di nava kavila xanî de man bi alîkariya welatiyan gihaştin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê.
Tedawiya zarokan li nexweşxaneyê didome.