2 zarokên di bin kavilên banê xanî de man birîndar bûn 2021-05-31 08:43:12     ŞIRNEX - Li Silopiyê 2 zarok di bin kavilên banê xaniyê ku hilweşiya de man.    Li Kuçeya Şehid Harun Boy a Silopiyê di saetên şev de banê xaniyekî hilweşiya û du zarokên li ser xanî dilîstin jiyana xwe ji dest dan. Zarokên di nava kavila xanî de man bi alîkariya welatiyan gihaştin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê.    Tedawiya zarokan li nexweşxaneyê didome.