Nûçegihanê MA’yê Lezgîn Tekay hat binçavkirin
- 11:24 25 Gulan 2021
- Rojane
ENQERE - Nûçegihanê MA’yê Lezgîn Tekay di têketina Enqereyê de hat binçavkirin.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Lezgîn Tekay li nuqteya lêgerînê ya polîsan a di têketina Enqereyê de hat binçavkirin. Lezgîn ji bo serdana malbata xwe ji Rihayê diçû Enqereyê û her wiha nayê zanîn bi çi hêcetê hatiye binçavkirin.