Nûçegihanê MA’yê Lezgîn Tekay hat binçavkirin 2021-05-25 11:24:44     ENQERE - Nûçegihanê MA’yê Lezgîn Tekay di têketina Enqereyê de hat binçavkirin.     Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Lezgîn Tekay li nuqteya lêgerînê ya polîsan a di têketina Enqereyê de hat binçavkirin. Lezgîn ji bo serdana malbata xwe ji Rihayê diçû Enqereyê û her wiha nayê zanîn bi çi hêcetê hatiye binçavkirin.