Li Konakê hevdîtina jinan pêk hat
- 16:09 24 Gulan 2021
- Rojane
ÎZMÎR - Bi pêşengiya aktîvîstên TJA'yê li Konaka Îzmîrê hevdîtina jinan pêk hat û mijara cinsiyeta civakî û Peymana Stenbolê hat nirxandin.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Konaka Îzmîrê bi mijara cinsiyeta civakî û Peymana Stenbolê bi jinan re hatin cem hev.
Jinan bal kişand Peymana Stenbolê û mafên jin, zarok û kesên astengdar. Jinan behsa rolên civakî yên ku hatine nîşankirin kirin. Di civînê de bi taybetî kurdî hat axaftin. Jin tecrûbeyên xwe parvekirin.