Li Konakê hevdîtina jinan pêk hat 2021-05-24 16:09:15     ÎZMÎR - Bi pêşengiya aktîvîstên TJA'yê li Konaka Îzmîrê hevdîtina jinan pêk hat û mijara cinsiyeta civakî û Peymana Stenbolê hat nirxandin.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Konaka Îzmîrê bi mijara cinsiyeta civakî û Peymana Stenbolê bi jinan re hatin cem hev.    Jinan bal kişand Peymana Stenbolê û mafên jin, zarok û kesên astengdar. Jinan behsa rolên civakî yên ku hatine nîşankirin kirin. Di civînê de bi taybetî kurdî hat axaftin. Jin tecrûbeyên xwe parvekirin.