3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 10:44 24 Gulan 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrg û Wanê 3 kesên ku di 21’ê Gulanê de hatibûn binçavkirin piştî îfadeya wan a li Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê, hatin berdan.
 
 Li Colemêrg û Wanê di 21’ê Gulanê de di serdegirtina malan de Bîlal Akdag (28), Eda Tekkîn (22) û Rahmî Akdag (50), bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkariya rêxistinê kiriye” hatibûn binçavkirin.
 
3 kesên ku li Midûriyeta Colemêrgê dihatin rawestandin, piştî îfadeya wan hatin berdan.