3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-05-24 10:44:40   COLEMÊRG - Li Colemêrg û Wanê 3 kesên ku di 21’ê Gulanê de hatibûn binçavkirin piştî îfadeya wan a li Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê, hatin berdan.    Li Colemêrg û Wanê di 21’ê Gulanê de di serdegirtina malan de Bîlal Akdag (28), Eda Tekkîn (22) û Rahmî Akdag (50), bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkariya rêxistinê kiriye” hatibûn binçavkirin.   3 kesên ku li Midûriyeta Colemêrgê dihatin rawestandin, piştî îfadeya wan hatin berdan.