ROJEVA 22'YÊ GULANA 2021'Ê
- 09:00 22 Gulan 2021
- Rojev
* Lahiya Ozturk 27 sal in li aqûbeta hevjînê xwe Vasîf Ozturk dipirse û dixwaze bila edalet bê cih. Lahiya, destnîşan kir ku têkoşîna 27 salan dê bidome. DÎMEN HEYE
*16’emîn xala Peymana Stenbolê bal dikişîne ser ‘Bernameyên dermankirin û mudaxaleya pêşîgirtinê’. Pispor Derûnas Alanur Azalp xal nirxand û ev tişt vegot: “Ger kes ji ber sûcê şîdetê bê girtin divê perwerde û dermankirin li wir bê destpêkirin. Divê dermankirin ferz be. Em dizanin ku ev sûc li ser kes mayînde dibe û her car pêk tîne.”
DÎMEN HEYE
*Parêzera Baroya Sêrtê û endama Platforma EŞÎK'ê Sîbel Guneş Tardu, ‘Pêvajoya şopandina parlamenteran’ ya ku EŞÎK’ê daye destpêkirin nirxand û got: “Bi saya vê pêvajoyê em ê fêr bibin ku çiqas li mafê jinan jî digerin.”
DÎMEN HEYE