ROJEVA 22'YÊ GULANA 2021'Ê 2021-05-22 09:00:00   * Lahiya Ozturk 27 sal in li aqûbeta hevjînê xwe Vasîf Ozturk dipirse û dixwaze bila edalet bê cih. Lahiya, destnîşan kir ku têkoşîna 27 salan dê bidome.  DÎMEN HEYE   *16’emîn xala Peymana Stenbolê bal dikişîne ser ‘Bernameyên dermankirin û mudaxaleya pêşîgirtinê’.  Pispor Derûnas Alanur Azalp xal nirxand û ev tişt vegot: “Ger kes ji ber sûcê şîdetê bê girtin divê perwerde û dermankirin li wir bê destpêkirin. Divê dermankirin ferz be. Em dizanin ku ev sûc li ser kes mayînde dibe û her car pêk tîne.”  DÎMEN HEYE   *Parêzera Baroya Sêrtê û endama Platforma EŞÎK'ê Sîbel Guneş Tardu, ‘Pêvajoya şopandina parlamenteran’ ya ku EŞÎK’ê daye destpêkirin nirxand û got: “Bi saya vê pêvajoyê  em ê fêr bibin ku çiqas li mafê jinan jî digerin.”  DÎMEN HEYE