Li Colemêrgê û Wanê serdegirtinên malan

  • 15:02 21 Gulan 2021
  • Rojane
 
COLEMÊR/WAN - Li Colemêrg û Wanê di serdegirtinên malan ên polîsan de 3 kes hatin binçavkirin.
 
Li Colemêrgê û Wanê serê sibehê zû polîsan avêt ser malan û 3 kes hatin binçavkirin.  
 
Li Colemêrgê Rahmî Akdag bi îdîayên “Endamê rêxistine yê” û “Alîkariya rêxistinê kiriyê” ji aliyê polîsan ve hatiyê binçavkirin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.  
 
Hat zanîn ku li Wanê Bilal Akdag û Eda Tekîn jî bi heman îdîayan hatinê binçavkirin û ew birinê Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.