Li Colemêrgê û Wanê serdegirtinên malan 2021-05-21 15:02:15     COLEMÊR/WAN - Li Colemêrg û Wanê di serdegirtinên malan ên polîsan de 3 kes hatin binçavkirin.   Li Colemêrgê û Wanê serê sibehê zû polîsan avêt ser malan û 3 kes hatin binçavkirin.     Li Colemêrgê Rahmî Akdag bi îdîayên “Endamê rêxistine yê” û “Alîkariya rêxistinê kiriyê” ji aliyê polîsan ve hatiyê binçavkirin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.     Hat zanîn ku li Wanê Bilal Akdag û Eda Tekîn jî bi heman îdîayan hatinê binçavkirin û ew birinê Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.