3 jinên din ên girtî bi virusa koronayê ketin
- 14:18 21 Gulan 2021
- Rojane
AMED - Di qawişa B-12’ê ya Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê de 3 jinên din bi virusa koronayê ketin.
Kader Okalîn a di qawişa B-12’ê ya Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê de dimîne di 17’ê Gulanê de dema bi hevjinê xwe Reşat Okalîn re dipeyîve agahîyê dide û dibêje girtiya bi navê, Evîn, Rohahî û Evrîm ên paşnavê wan ne diyar in bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine.
Ji bo agahiya rewşa girtiyan em bi rêya telefonê gihiştin rayedarên girtîgehê lê wan gotin ku ew nikarin li ser mijarê agahiyan parve bikin.