3 jinên din ên girtî bi virusa koronayê ketin 2021-05-21 14:18:36   AMED - Di qawişa B-12’ê ya Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê de 3 jinên din bi virusa koronayê ketin.   Kader Okalîn a di qawişa B-12’ê ya Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê de dimîne di 17’ê Gulanê de dema bi hevjinê xwe Reşat Okalîn re dipeyîve agahîyê dide û dibêje girtiya bi navê,  Evîn, Rohahî û Evrîm ên paşnavê wan ne diyar in bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine.   Ji bo agahiya rewşa girtiyan em bi rêya telefonê gihiştin rayedarên girtîgehê  lê wan gotin ku ew nikarin li ser mijarê agahiyan parve bikin.