Bi minasebeta cejnê çûn serdana malbata Ocalan

  • 15:02 19 Gulan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Şandeya ku parlamenter û Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî di nav de cih girt, bi minasebeta Cejna Remezanê serdana malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir.
 
Şandeyek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk tê, bi minasebeta Cejna Remezanê serdana malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 22 salin li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de ye kir. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamentera Rihayê Ayşe Surucu, Parlamenterê Dîlokê Mahmût Togrûl û endamên partiyê di şandeyê de cih girtin. Şandeye xwişk û birayê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ên li gundê Amara ya girêdayî navçeya Xelfetî ya Rihayê dijîn ziyaret kir.
 
Şandeyê ewil birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ziyaret kir. Mehmet Ocalan di dema serdanê de bal kişand ser hevdîtina telefonê ya di 25’ê Adarê de ya ku piştî 4 deqeyan hatibû birin û wiha got: “Rêberê PKK’ê Ocalan di hevdîtinê de got, ‘Dewlet lîstikê dilîze, hûn jî… Ev ne hiqûqî ye û ne rast e. Ez dixwazim parêzerên min bên vê derê û hevdîtinê bi min re bikin.’ Rewşa heyî ne exlaqî, ne siyasî û ne jî wijdanî ye. Divê lîstika dewletê neyê qebûlkirin. Rayedarên girtîgehê bi vîna xwe tevnagerin.”
 
Şandeyê piştre serdana malbata xwişka Abdullah Ocalan Fatma Ocalan kir û cejna wê pîroz kir.