Li Mexmûrê koma 78'an greva birçîbûnê dewir girt

  • 11:28 19 Gulan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hatiye destpêkirin, bi biryardariyek mezin berdewam dike. Koma 78'an îro çalakiya greva birçîbunê dewr girt. Li Mexmûrê 153 roj in çalakî didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’, dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya ku 153 rojin diome îro koma 78'an dewr girt. 
 
Merasîma dewirgirtinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê koma 77'an Narîf Kapar axivî û got: "Di destpêkê de em berxwedana Rêber Apo ku ev zêdetirî 20 sal in di zindanê de ji bo azadiya Kurdistanê, azadiya Gelê Kurd li ber xwe dide silav dikin û hurmetên xwe pêşkêş dikin. Di heman demê de berxwedana zindanan ya ku ji bo piştgiriya Rêber Apo ku ev demeke dirêje agahî jê nayê girtin û bi wê boneyê pêngavek hat destpêkirin ya bi navê ‘Dem dema azadiyê ye’ tê wate dem dema azadiya Rêber Apo ye. Li ser vê yekê li her cihî greva birçibunê hat destpêkirin û Wargeha Mexmûr jî berdewam dike. Em şervanên azadiyê yên ku niha ji bo axa Kurdistanê ji dagirkeran di parêzin silav dikin û serkeftin jêre dixwezin. Em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîrtinin û bejna xwe li ber wan di tewînin."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî berxwedana gerîlla" bi dawî bû