'Komkirina giyayê bîk zahmet e lê em debara xwe pê dikin'

  • 09:01 19 Gulan 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin   
 
ŞIRNEX - Jinên li gundê Melêse yê Elkê bi hatina biharê re dest bi komkirina giyayê bîk dikin heta havîn dest pê dike. Ji jinan Rafîka Olmez, anî ziman ku ew vî giyayî ji çiya û zozanên herî asê kom dikin û tînin. Rafîkayê got ku komkirina giya zahmete lê belê ew debara xwe bi vê dikin.
 
Li gundê Melêse yê navçeya Elkê ya Şirnexê, bi destpêka havînê re jinan berê xwe ji bo debarê dan xwezayê û dest bi komkirina gihayên cûr bi cûr kirin. Ji van gihayan yek jî gihayê Bîk e. Jinên ku giyayê bîk kom dikin, hem avînê ji xwe re dikin xwarin û hem jî ji bo xwarina zivistanê hiltînin. Jin giyayê ku ji çiyayên bilind kom dikin û tînin piştre ji hev vediqetînin hûr dikin û dikelinin. Piştî ku dikelînin dikin nav toraqê û ji bo zivistanê hiltînin. Herwiha yê mayî bi tezetî havînê dikin xwarin. Yek ji van jinên ku giya kom dike jî Refîka Olmez(40) a li gundê Melêse ye û debara mala xwe bi xwe dike.
 
Refîkayê, anî ziman ku jiyana wan tim li gund derbas dibe û bi kar û barê gund mijûl in. Rafîkayê, destnîşan kir ku ew li gund hem pez xwedî dike, hem jî bêrîvaniyê dike û ev tişt got: “Ez bi eslê xwe ji gundê Elemûnê yê Elkê me. Ev 30 salin jî ez li vî gundî me. Jiyana gund zehmede lê  ji aliyekî ve jî xweş e. Em li gund pez xwedî dikin. Ji şîrê pez jî mast, penêr û toraqê çêdikin. Ji xeynî van jî em li çiya û çolan gihaya kom dikin. Giyayê bîk, hengedan, mendê, pincar, siyabo, kereng û gelek cureyên din ên giya ji destpêka biharê û heta dawiya havînê kom dikin. Ev giyayê ku em tînin em hem bi tezetî dikin xwarin û yê mayî jî hur dikin û dikin bîdonan. Herwiha ez bi ber vî karî re karê malê jî dikim.”
 
‘Em jin tim bi hev re diçin’
 
Refîkayê, di berdewamiya axaftina xwe de got ku bi hatina biharê re giyayê bîk û gelek cûreyên din şîn dibin û ew jin hemû bi hev re diçin komkirina wî giyayî. Refîkayê, wiha pêl da axaftina xwe: “Em gelek jin tên ligel hev û ber bi çiyayên bilind ve dimeşin. Lê dema em biçin cihên gek dûr jî em bi erebeyan diçin. Em giyaa kom dikin û tînin malê. Piştî ku em tînin malê em paqij dikin û dişon. Em yê qert û teze ji hev vediqetînin. Piştre dikelinin. Piştî keliya em dikin bîdonan û devê bidon baş digirin ji bo xira nebe. Dema zivistan jî tê jin ji bo xwarinê têra xwe derdixin û çê dikin. Her wiha em vê bîkê dikin nav toraqê jî. Em serê sibehê zû radibin û berê xwe didin çiyayan û dema dibe nîvro jî em vedigerin malên xwe.”
 
‘Giyayê bîk biharê şîn tê ’
 
Refîkayê, bi lêv kir ku ev gihayê bîk li çiyayan bi xwe şîn dibe û wiha domand: “Ez û hevalên me tên em bi hevre diçin. Em diçin têra xwe ji bo rojekê kom dikin û tînin. Em çêkirina yê ku me aniye diqedînin û roja din carekedin berê xwe didin çiyayan. Em vî giyayî ji bo zivistanê ji xwe re vediqetînin ên zêde jî em difroşin. Em vî giyayê dibin hem Şirnex û hem jî navçeyên wê û Iraqê.  Em bi vî giyayê ku difiroşin debara xwe dikin.”
 
‘Ji bo tendûristiya mirov baş e’
 
Refîkayê, da zanîn ku ji ber vî giyayî ji cihên dûr û zozanên asê kom dikin gelek zahmetiyan dikişinin û wiha pê de çû: “Piştî ku em digihîji zozanan em giya kom dikin û dikin turikên xwe. Piştî ku em kom dikin carekedin ew qas rê dimeşin û tên. Em neçarin kom bikin û bînin. Ji ber kar nîne em debara xwe bi vî gihayî dikin. Em di meha Nîsanê de dest bi komkirina bîkê dikin heta meha Gûlanê em berdewam dikin. Ji meha gûlanê şûn d qert dibe nayê xwarin.  Divê bi tezetî bê çinîn. Komkirina giya gelek zor û zehmete. Dema mirov kom dike pişta mirov diêşê. Dema em tên torbeyan didin ser pişta xwe û ji çiya tên xwarê. Tema vî giyayê gelek xweş e. Her wiha ji tendûristiya mirovan re jî gelek başe. Ev giya xwînê çêdike û ji bo mirov başe. Mînak giyayê bi navê hengedan jî tehma wî tehle û bêhna wî nexweşe lê belê ji tendûristiya mirov re gelek başe. Ji bawîbûn (romatîzma), tansiyon, şekir û guatirê re gelek başe.”
 
‘Ji ber operasyonan em nikarin biçin’
 
Refîkayê di dawiya axaftina xwe de got ji ber ku li aliyê zozanan operasyonên leşkerî hene em zêde nikarin biçin komkirina giya û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li heremê ji ber operasyon tên kirin çûyîna zozanan jî qedexeye û pirê caran em nikarin biçin giya kom bikin. Em wê dem ê jî diçin cihê ku zozan lê tune ye û ji wê kom dikin.  Debara mala xwe ez bi xwe dikim û gelek jinên wekî min hene. Barê jiyanê herdem li ser milê jina ye.”