ROJEVA 19'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 19 Gulan 2021
  • Rojev
 
*Jinên li gundê Melêse yê Elkê bi hatina biharê re dest bi komkirina giyayê bîk dikin heta havîn dest pê dike. Ji jinan Rafîka Olmez, anî ziman ku ew vî giyayî ji çiya û zozanên herî asê kom dikin û tînin. Rafîkayê got ku komkirina giya zahmete lê belê ew debara xwe bi vê dikin. DÎMEN HEYE
 
*Hanîfe Aygun û Emîne Aydemîr ên li Gundên Xursê ku hewil didin bi çandiniyê debara xwe bikin wiha dibêjin:"Em jin li ser erdan bêhtir serwertir in. Mêr weke dema xwezayî timî ji derve bûn û me jî tim nanê xwe ji erdên xwe bi xwêdana xwe derdixit. Îro jî bi heman rengî keda mezin em didin." DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera CHP’ê ya Enqerê Gamze Taşçier bal kişand ser xalên 10 û 11’emîn ên Peymana Stenbolê û xebatên KEFEK’ê û got: "KEFEK bi armanca pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêr de hat avakirin lê îro desthilatdarî armanca vê nabîne. Kengî desthilatdariyeke ku têgeha wekheviya zayenda civakî esas bigire wê demê destkeftiyên jinan dê bi nirx be." BI DÎMEN 
 
*Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî da zanîn ku sûcê di binçavan de windakirinê, bi OHAL’ê re dîsa hatiye rojevê û wiha got: “Pêşîgirtina li vî sûcî girîng e. Lê ji bo vê têkoşîna civakî pêwist e. Wek salên 1995’an.  Wê demê têkoşîna civakî pêşî li vê girtibû. Niha dîsa hewcedarî bi hêz û hestiyariya civakî heye.” DÎMEN HEYE
 
*Di bernameyên nav rojê yên di çapemeniya alîgir de zimanekî ku jinan sûcdar dike tê bikaranîn û pispor psîkolog Eda Pinar derbarê mijarê de wiha got: "Çalakiya ku gumanbar pêk tîne, nayê dîtin, lê kesên rastî vê pêkanînê tê, sedema ku çima pê re hatiye rû hev, tê destgirtin. Nedîtina rastiyan binpêkirina mafê mirovane.” BI DÎMEN