500 roj in winda ye: Ji bo Gulîstan Dokû nepox bi hewa xistin

  • 14:13 18 Gulan 2021
  • Rojane
 
DÊRSIM - Meclîsa Jinê ya Dêrsimê ya HDP'ê di roja 500'î ya windakirina Gulîstan Doku de li Pira Dinar nepox bi hewa xist. 
 
Ji Gulistan Doku ya xwendekara pola duyem a Gihaştina Zarokan a Zanîngeha Munzura Dêrsimê bû ji 5'ê Çileyê 2020'î vir ve agahî nayê girtin. Tevî ku ji ser windabûyina Gulîstan Dokû 500 roj derbas bûne jî di lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê de tu pêşketin tune ye. Malbata Gulîstanê û rêxistinên civakî ya sîvîl "cinayeteke bi plan" nîşan kirin û xwestin di vê çarçoveyê de lêpirsîn bê kirin lê belê di serî de dozgerî nûnerên saziyên fermî li ser îdiayên "întixarê" sekinîn.  
 
Sozên dan malbatê neanîn cih
 
Di vê pêvajoyê de tenê îfadeya gumanbarê dosyayê Zaynal Abarakov hat girtin. Dozgeriyê lêpirsîn li ser îhtmala "întixarê" domand. Lêgerîna di 7'ê Çileyê de li bendavê dihat kirin di 6'ê Tîrmehê de hat sekinandin. Li ser daxwaza malbata Gulistanê di 7'ê Tebaxê de asta avê ket û xebata lêgerînê ya ji nû de hat destpêkirin di 18'ê Tebaxê de dîsa hat sekinandin. Di 15'ê Cotmehê de cara sêyem lêgerîn hat kirin lê belê ji vê yekê jî encam nehat girtin. Di 23'ê Mijdara 2020'î de xebatên lêgerînê bi temamî hat bidawîkirin. 
 
Malbata dev ji lêgerîna keça xwe berneda bi Serokkomarê AKP'ê Tayyip Erdogan, Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu re, bi walî, serdozger û saziyên fermî yên din re hevdîtin kirin. Di van hevdîtinan de soza lêpirsîna bûyerê û dîtina Gulistanê hat dayin lê bi cih nehat. 
 
Daxuyaniya roja 500'î
 
Meclîsa Jinê ya Dêrsimê ya HDP'ê di roja 500'î ya windakirina Gulîstan Doku de daxuyanî li Pira Dinarê ya herî dawî Gulistanê lê hat dayin daxuyanî da. 
 
'Polîsên me şopandin Gulistan nedîtin'
 
Hevseroka HDP'ê ya Dêrsimê Nûrşat Yeşîl di daxuyaniyê de bal kişand ser polîsan û wiha got:"Niha li vî cihê em lê ne bi sedan polîs hene. Polîsên wiha me ji nêz ve dişopînin ev 500 roj in Gulîstanê nedîtine. Ev bajara her derê wê bi kamerayan tê şopandin û 35 hezar serjimara wê ye û her wiha serê kesekî hema hema polîsek dikeve lê belê hîn jî Gulîstanê nehatiye dîtin."
 
'Lêpirsîn li gor ûsûla xwe nayê meşandin'
 
Nûrşatê da zanîn ku lêpirsîn li gor ûsûla xwe nayê meşandin û wiha got:"Lêpirsîn tenê li ser îhmala întixarê meşandin. Lê belê têkildarî vê yekê de tiştek derneket. Bi dehan caran li cihê niha em lê ne lêgerîn hat kirin. Noqavan çiqas diyar dikirin ku Gulîstanê ne di golê de ye lê belê lêgerîn bi israr li vir hat dewamkirin. Nehat fikirandin ku dibe Gulistanê hatibe revandin, kuştin an jî li dereke din hatibe veşartin."
 
'Em ê lêpirsîna ji bo Gulîstanê bidomînin'
 
Nûrşatê wiha domand:"Em ê lêpirsîna ji bo Gulîstanê bidomînin. Ji bo Gulistanên din nekevin vê rewşê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê her vî barî hilgirin. Em ê lêpirsîna ji bo Gulîstanê bidomînin."
 
Jinan piştre bi hêviya dîtina Gulîstanê nepox li ser Pira Dînarê bi hewa xistin.