Li Mêrdînê Meles Gultekin a 72 salî jî hat binçavkirin

  • 13:22 18 Gulan 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Di encama binçavkirina li navçe û navenda Mêrdînê de Meles Gultekin a 72 salî jî hat binçavkirin.
 
Di encama binçavkirina li navçe û navenda Mêrdînê de kesên hatine binçavkirin hejmara wan derket 6 kesî. Hejmara kesên ku polis û leşkeran ew binçav kirine derket 6’an. Hat hinbûn ku li navçeya Stewrê, nivîskar û hevşaredarê berê yê navçeyê Mehmet Aydin Alokmen, endamê HDP’ê Bedîî Yilmaz  û Ayşe Bozan; li navçeya Midyadê jî Serokê Lîjneya Rêveberiya Komeleya Pîşesazkarên Cil û Berg û Tekstîlê ya Mêrdînê Halîl El, esnafê navçeyê Mahsûm Bîlkay û welatiyê bi navê Zekî ku navê wî nehat hînbûn hatine binçavkirin. 
 
Sînordarkirina parêzeran
 
Hat hînbûn kesên bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê" hatine binçavkirin birina Muduriyeta Emniyetê ya Bajêr. Têkildarî kesên hatine binçavkirin biryara sînordarkirina parêzeran a 24 saetan hatiye dayin.