Emîne Şenyaşar: bila 'Edalet' tenê li ser tabelayê nemîne

  • 12:50 18 Gulan 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku 71 roj e nobeta xwe ya edaletê didomînin gotin, "Bila edalet tenê li ser tabelayê nemîne."
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di encama êrişa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dan û kurê Ferît Şenyaşar ku di bûyerê de birîndar xelas bû, dest bi nobeta “edaletê” kirin.  Çalakiya Emîne û ferît di roja 71'emîn de berdewam dike. 
 
Banga piştevaniyê
 
Malbatê wekî her carê ji parêzer û kesên ku tên li ber edliyê serdana wan dikin re agahî dan. Ferît Diyar kir ku têkoşîna wan di roja 71'emîn de berdewam dike û wiha berdewam kir, "Em dixwazin her kesê xwedî wîjdan deng bidin dengê me. Sê ferdên me li ber Nexweşxaneya Pirsûsê li ber çavê her kesî hatine qetilkirin. Heta ku qatîl derkevin holê em ê çalakiya xwe edaletê bidomînin. Em ê hêviya xwe ji edaletê qût nekin. Em ji bo piştevaniyê her kesê xwedî wîjdan vedixwînin vir.” 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî jî ev parvekirin kir,"“Ne ji bo ku were jibîrkirin… Ji bo ku were zanîn û tişta pêwîst a dewleta hiqûqê pêk were em li ber edliyê ne. Bila tenê edalet ne li ser tabelaya be. Êdî bila ev drama mirovahiyê biqede.”