‘Berpirsê vî şerî dewlet e’

  • 09:04 18 Gulan 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Yek ji Dayikên Aştiyê Medîne Kaymaz ku bi salan e li dijî zext û êrîşên dewletê dest ji aştiyê bernade wiha got: “Heta em sax bin em ê aştiyê bixwazin. Em dayik in, zilmê naxwazin, li dijî şer in.”
 
Di salên 90’î de ku êrîşên li hember kurdan gelek zêde bûn, li gundên girêdayê bajarên herêmê, cedervanî hat ferzkirin û bi hezaran malbat ji ber zextan neçar man gundên xwe vala bikin. Yek ji bajaran Mêrdîn bû. Malbata Medîne Kaymaz jî yek ji van malbatan bû û ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kirin. Kurê Medîneyê, 26 sal in girtî ye û keçek wê jî 21 sal berê tevlî PKK’ê bû.
 
Medîne ku tevî hemû zext û êrîşan dest ji têkoşîna xwe berneda û aştî xwest, bi komploya Navneteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê re, ligel Dayikên Aştiyê têkoşîna xwe meşand.
 
‘Berpirsê vî şerî dewlet e’
 
Medîneyê destnîşan kir ku ew dixwazin şer bi dawî bibe, kes nemire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Leşker jî zarokên me ne. Em dayik in. Em naxwazin kes zirarê bibîne. Ji bo zilm bi dawî be em têdikoşin lê dewlet Dayikên Aştiyê nabihîze.  Zarokên me dikin zindanan, an jî zarokên me diçin çiyayan. Dewletê mala her kesî xera kir. Em dixwazin ku her kes bi zimanê xwe bijî. Ereb, tirk, kurd hemû yek in.  Berpirsê vî şerî dewlet e.”
 
‘Em dayik in zilmê naxwazin’
 
Medîneyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir kesên jiyana xwe ji dest didin ne xema dewletê ne û ev tişt bi lêv kir: “Mafê wî tune leşkeran bi ser zarokên me de bişîne û bikuje. Leşker jî guneh in. Dê û bavê wan jî hene. Kezeba dewletê bi leşkeran naşewite. Jixwe ji zarokên me re jî dibêjin dijmin. Zarokên me ji bo gel û zimanê xwe çûn çiya. Ji bo şer neçûn çiya. Ger leşker operasyonan nekin wê şer jî nebe. Ev tiştên tên kirin zilm e, bê wijdanî ye. Heta em sax bin em ê bêjin aştî. Em dayik in zilmê naxwazin, şer naxwazin.”
 
‘Em ji bo her kesî aştiyê dixwazin’
 
Medîneyê wiha got: “Li gundan goristanên me jî şewitandin. Ji ber zilmê em hatin Îzmîrê. Lê em li vir jî bi zextan re hatin rû hev. Gotin hûn 'terorîst in', hûn 'terorîstan' diparêzin. Terorîst kî ne?Yên şer dikin, yên operasyonan dikin terorîst in. Bila her kes bizane. Em heta sax bin em ê têbikoşin. Ne tenê ji bo kurdan em ji bo hemû gelan têdikoşin. Em ji bo her kesî aştiyê dixwazin.”
 
‘Li hember Dayikên Aştiyê ne rêzdar in’
 
Medîneyê di dawiya axaftina xwe de bertekên xwe wiha berdewam kir: “Dewlet bi binçavkirin û zextan hewl dide Dayikên Aştiyê ji têkoşînê dûr bixe. Yek ji van zextan jî ev e; her tim gazî dayikan dikin û li qereqolê pirsên zarokên we li ku ne dikin. Ez tiştekî ji vê dewletê fêm nakim. Ez 4 caran hatim binçavkirin. 3-4 rojan di bin çavan de mam. Ji ber kelepçeyê zendên min diêşin. Li hember Dayikên Aştiyê ne rêzdar in. Her roj kaxizek tê ber derê min. Gazî qerekolê dikin. Zarokên min bi îradeya xwe çûn. Min neşandiye. Ez vê ji wan re jî dibêjim. Kurê min li girtîgehê ye. Tenê dimîne. Yek birin odeya wî dîsa birin. Yanî me wek mirov nabînin.”